Êrîşên dewleta Tirk a li dijî Zînî Wertê hate protestokirin

Li gelek bajarên Elmanyayê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Zînî Wertê û ambargoya li ser Mexmûrê hate protestokirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Zînî Wertê hate protestokirin. Girse Qada Schlossplatz (Kobanê) hate ba hev û êrîşên li ser Zînî Wertê û Mexmûrê şermezar kirin.

Di pankarta de bal hate kişandin ser hevkariya PDK’ê û sloganên ‘Bijî berxwedana PKKê’ û ‘Dagirkerên Tirk ji Kurdistanê biteqizin’ hate berzkirin.

KÎEL

Kurd li Asmûs Bremenplatza Kîelê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku hemû dinya li dijî koronayê têdikoşe lê dewleta Tirk jî êrîşî gelê Kurd dike.

NURNBERG

Li bajarê Nurnbergê jî êrîşên li ser Zînî Wertê û ambargoya li ser Kampa Mexmûrê hate protestokirin.

Girse li Lorenzkîrchê hatin ba hev û pankartên ‘Dewleta Tirk terorîst e, AKP terorîst e’ û ‘Li dijî dagirketiyê bêdeng nemîne’ hate berzkirin.

FRANKFÛRT

Êrîşên li Frankfûrtê jî bi mîtîngekê hate protestokirin. Mîtîng saet di 16.00’an de li Kostablerwacheyê hate destpêkirin û pankartên li ser dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê hate hildan.