Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di rojeva hikûmeta Awûstralyayê de ye

Senatorê Partiya Keskan a Awûstralyayê Davîd Shoebrîdge ji wezaretan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pirsîn.

Senatorê Partiya Keskan a Awûstralyayê Davîd Shoebrîdge di civîna komîteya ewlekariyê ya senatoyê de ku li paytext Canberrayê hat lidarxistin, têkîldarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên sivîl ên Rojava û helwesta Awûstralyayê ya li hemberî van binpêkirinên mafên mirovan, pirs ji Wezîrê Karên Derve yê Awûstralyayê Penny Wong û endamên Wezareta Parastinê kir.

Shoebrîdge van pirsan ji rayedarên Wezareta Karên Derve û Parastinê kir:

“Birêz Wezîr, haya we ji biryarnameya ku di 14’ê Cotmehê de ji aliyê Serok Joe Bîden ve hatiye dayîn, heye? Di daxuyaniya Serok Bîden de bi taybetî hate gotin ku pêkanînên hikûmeta Tirkiyeyê yên ji bo operasyona leşkerî ya li bakurê Sûriyeyê, pêngava têkbirina DAÎŞ’ê sabote dike, sivîlan dixe metirsiyê û aştî, ewlekarî û aramiya herêmê zêdetir dixe xeteriyê. Ji bo polîtîkaya derve û ewlekariya neteweyî ya DYE’ê gefeke neasayî û derasayî çêdike.

Birêz Wezîr, wek hûn jî dizanin piraniya pêkanîn, pêkanînên leşkerî, bombardûman û kuştinên armanckirî yên Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd e. Çi nêrînên hikûmeta Awûstralyayê li ser vê mijarê heye? Ger ji bo piştgiriya gelê Kurd û pêkhateyên din ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşniyarek hebe, çi ye?”

Li ser navê Wezareta Karên Derve ya Awûstralyayê Chrîs Cannon bersiv da pirsan û ev tişt gotin:

“Hinek yekîneyên departmanê me li ser mijarên bakurê Sûriye (Rojava) dixebitin. Tiştê ku ez li ser helwesta Awûstralyayê bibêjim ew e ku em ji binpêkirina peymanên agirbestê bi fikar in û hêvî dikin ku hemû alî ji bo parastina agirbestê tişta ku ji destê wan tê bikin. Li gorî van peymanan, Awûstralya mafê parastina Tirkiyeyê ya li hember gefên ewlehiyê nas dike, lê hemû alî neçarin jiyan û binesaziya sivîlan biparêzin. Awûstralya ji bo çareserkirina lihevnekirina li Sûriyeyê li ser bingeha diyalog û çareseriya siyasî û li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê yên Neteweyên Yekbûyî piştgirî dide çareseriya aştiyane.”

Senatorê Davîd Shoebrîdge bi berdewamî ev pirs kirin: “Gelo Awûstralyayê bang li Tirkiyeyê bike ku dest ji êrîşên xwe yên leşkerî û êrîşên xwe yên heyî yên li ser gelê Kurd û gelên din ên herêmê rawestîne? Gelo wê bangek zelal a Awûstralyayê hebe?

Rayedarê Wezareta Karên Derve Chrîs Cannon wiha bersiv da: “Min diyar kir ku helwesta me çi ye. Em li ser van mijaran bi dewleta Tirk re di nava têkiliyê de ne û em ê têkiliya xwe bidomînin. Em hêvî dikin ku hemû alî ji bo parastina van peymanên agirbestê çi ji destê wan tê bikin.”

Cannon got: “Ez dikarim bibêjim ku hikûmeta Awûstralyayê li ser mijarên têkîldarî parastina sivîlan hevdîtin dike. Her wiha me di hevdîtinên xwe yên bi Tirkiyeyê re nîqaş li ser fikarên mirovî jî kir. Me her tim fikarên xwe yên li ser civakên Kurd ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û kêmnetewên li Iraqê û Sûriyeyê anî ser ziman.”