BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê li Munihê hat protestokirin

Kurdan û enternasyonalîstan êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Helebê li Munihê bi çalakiyekê protestokirin.

Kurdan û enternasyonalîstan êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Helebê li bajarê Munih ê Elmanyayê bi çalakiyekê protestokirin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê û pankartên “Êrîşên li dijî Rojava rawestînin” hatin hildan. Di çalakiyê de girseyê bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG’ê” û “Bijî berxwedana YPJ’ê” berz kirin.

Di çalakiyê de li ser êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser heremê belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin. Di meşa gelek kes tevlîbû de daneza KCDK-E’yê hat xwendin.

Di despêka çalakiyê heta dawiyê bêyî navber dirûşme hatin berzkirin û berxwedana Rojava hat silavkirin.