Êrîşên dagirkeriyê li Halleyê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Halle yê Elmanyayê bi mîtîngekî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Halle yê Elmanyayê bi mîtîngekî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Halle yê Elmanyayê bi mîtîngekî hate protestokirin.
Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî mîtînga ku li qada Am Steintor hat lidarxistin bûn.
Nûnerên Rojava Soli Bündnis Halle û Xwendekarên Demokratên Sosyalîst (SDS) û Hevserokê FED-KURD’ê di çalakiyê de axivîn.
Hevserokê FED-KURD’ê Menderes Canbeg diyar kir ku dewleta Tirk ji dîrokê heta niha gelê Kurd weke dijminekî dibîne. Canbeg destnîşan kir ku ev polîtîkaya dijminatiyê her tim li dijî Kurdan û destkeftiyên wan dewam dike û anî ziman ku di roja e de jî komên bi piştgiriya Tirkiye êrîşî Minbicê dikin û wiha got: “Em li ku derê bin bila bibin, destkeftiyên Kurdan biparêzin. Em berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin, em ê her tim li kêleka gelê xwe bin.”
Di dema mîtîngê de gelek caran dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî, “Bijî Berxwedana QSD” ve “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” hatin berzkirin.