Êrîşên dagirkeriya li Gareyê û Komplo li Rennesê hate prostestokirin

Li bajarê Rennes a Fransayê bi çalakiyekê komploya navneteweyî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Gareyê hatin protestokirin.

Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên artêşa Tirk ên dagirkeriyê yên li ser herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarê Rennes a Fransayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên di seat 16:00’an de li Place du Colombîerê hatın gelhev, ji bo giyanê şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin.

Di çalakiya ku belavok hatin parvekirin de, gêrîllayên Kurdistanê jî silav kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bimre îxanet” berz kirin û peyam ku wê li dijî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wan wê li qadan bin dan. Her wiha di çalakiyê de bertek nîşanî bêdengiya welatên YE’yê ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk dan.