Êrîşên dagirkeriya li Gareyê li Munîhê hate prostestokirin

Li Munîhê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Gareya Herêmên Parastina Medyayê hate protestokirin.

Çalakî bi banga Meclisa Civaka Kurd a Munîhê û Meclîsa Jinan a SARA li Qada Stachûsê hate lidarxistin.

Di çalakiya Kurdistaniyan a hinek dostên Elman jî tevlî bûyî de, belavok xwendin û axaftin kirin.

Axaftvanan anîn ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Gareyê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û gotin: “Dewleta Tirk li çar parçeyên Kurdistanê ji bo tinekirina destkeftiyên gelê Kurd êrîşan dikin.”

Çalakî piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Katîl Erdogan ji Kurdistanê derkeve” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” bi dawî bû.