Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li Dûîsbûrgê hate protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê û qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê pêk tîne, li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiya bi banga NCDK, ATÎF û AGÎF’ê hatî organîzekirin, li ber HBF hate kirin.

Di çalakiyê de Hevserokê NCDK’ê Niyazî Oztaş, Hevserokê AGÎF’ê Onur Guler, Hevserokê ATÎK’ê Suleyman Gurcan û li ser navê TÇS axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin û hate diyarkirin ku pêwîst e gelê Kurd li beramberî van êrîşan li ber xwe bide.

Di çalakiya ku êrîşên dagirkeriyê û qetlîmanên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û êrîşên faşîstan ên li derveyî welat destpêkirî hate protestokirin de banga, “Têkoşîna yekîtiya şoreşgeriyê li her devera Ewropayê mezin bikin” kirin.

Li ser hev dirûşmeyên “Katîl Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Heftanîn” û “Bijî gerîla” berz kirin.