Êrişa nîjadperestî li Berlînê hate şermezarkirin

Li paytexta Elmanya Berlînê bi hezaran kes li dijî êrişa nîjadperestî ya li Hanaûyê daketin qadan. Li du deveran mîtîng hatin lidarxistin.

Li dijî êrişa nîjadperestî ya li Hanaûyê ku 9 kes hatin qetilkirin, 5 ji wan Kurd in, li paytext Berlînê antî faşîst daketin qadan.

Bi hezaran antî faşîst û dijberên nîjadperestiyê yên Elman, Kurd û Tirkiyeyî êvarê saet di 18:00 de li qada Hermanplatzê li hev kom bûn û diyar kirin ku wê rê nedin faşîzmê. Di çalakiyê de nûnerên saziyên Elewî û Êzidî jî amade bûn.

Çalakgeran rexneyên giran li hikumeta Elman kirin ku li dijî nîjadperestî û rastgiriya tund tedbîrên pêwîst wernagire.

Çalakgeran her wiha nerazîbûn nîşanî têkiliyên hikumeta Elman ên bi rejîma faşîst a Tirk û dîktator Erdogan re dan.

Di meşê de dirûşmên "Destûr ji faşîzma Elman re nîne", "Bijî Serok Apo", "Em bi PKK û gelê Kurd re ne" hatin qîrîn.

Meş û mîtîngê 3 saetan dewam kir. Di dawiyê de jî bo meşa mezin a antî faşîst û dijî nîjadperestiyê ya roja Şemiyê li Hanaûyê bê kirin banga tevlîbûnê hate kirin.

Heman saetê li qada Brandenbûrger Tor bi beşdariya endamên partiyên koma wan li parlamenta Elman hene mîtîngek pêk hat. Bi hezaran kes tevlî bûn.