Êrîşa li ser Garê li Kolnê protesto kirin
Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li ser Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li Kolnê hate protestokirin.
Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li ser Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li Kolnê hate protestokirin.
Endamên Meclîsa Jinan a Viyan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk di saet 17:00’an de li Bahnofvorplatzê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.
Di çalakiyê de pankartên Elmanî bi nivîsa ‘Em êrîşên dewleta Tirk û NATO yên li Kurdistanê şermezar dikin’ û ‘Sûcên şer ên dewleta Tirk a li ser Kurdan rawestînin’ hildan.
Bê navber dirûşmên ‘Ewropa fînanse dike, Tirkiye bombe dike’, ‘Dawî li bomberdûmana dewleta Tirk a li Kurdistanê bînin’ , ‘Kujerê jin û zarokan Erdogan’ û ‘Terorîst Erdogan’ hatin berzkirin.
Di dawiya çalakiyê de li ser navê KCDK-E’yê daxuyaniyek hate dayîn û bal kişand ku ev êrîş parçeyek ji konsepta komploya navneteweyî ye.