Êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan li Torontoyê hate şermezarkirin
Kurdên li Torontoyê, êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Silêmaniyeyê şermezar kirin ku 2 rojnamevanên jin hatin qetilkirin.
Kurdên li Torontoyê, êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Silêmaniyeyê şermezar kirin ku 2 rojnamevanên jin hatin qetilkirin.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Silêmaniyeyê şermezar kirin ku di encamê de 2 rojnamevanên jin hatin qetilkirin.
Di çalakiyê de ku li dijî dagirkeriyê dowîz û pankart hatin hildan, her wiha daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin û hate ragihandin ku êriş ne tenê li dijî rojnamevanan bû, êriş li hemberî dengê azad ê gelê Kurd bû.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re hate xwestin û daxwaza şîfayê ji birîndaran re hate kirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk her tim êrişî gelê Kurd, şoreşê û destketiyan dike, lê belê ti carî nekariye li hemberî berxwedana gelê Kurd bi ser bikeve.
Kurdistaniyên li Torontoyê hevkariya PDK'ê û malbata Barzanî ay bi dewleta Tirk re jî şermezar kirin û gotin, ji bo ronahiya rojnamevanan neyê vemirandin wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û rûyê wê yê reş nîşanî tevahiya cîhanê bidin.