Êrîş û darvekirinên rejîma Îranê li Osloyê hate protestokirin

Êrîşên dagirker û darvekirina girtiyên siyasî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li paytexta Norweç Osloyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakî bi pêşengtiya PJAK’ê li paytexta Norweç Osloyê pêk hat. Kurdistanî û dostên wan li ber Sefaretxaneya Îranê ya li Osloyê kom bûn û êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûr û dîsa darvekirina girtiyên siyasî ya li Îranê protesto kirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di dewama çalakiyê de axaftin hatin kirin û soz hate dayîn ku şopdarên doza wan bin.

Çalakî bi dirûşma ‘Rejîma terorê zarokên me qetil dikin’, ‘Ji bo Zeyneb Celîliyan û hemû girtiyan azadî’ û ‘Şehdî Namirin’ bi dawî bû.