Çîroka 25 salan a ciwanekî Kurd ê 16 salî

Navê wî di salên 1990'î de hate bihîstin. Hîn 16 salî bû û li Kurdistanê êşkenceya dewleta Tirk dîtibû, lewma xwe gihandibû Elmanyayê. Ji aliyê polîsekî ve hate kuştin ku wî polîsî digot, 'Ez di nava stresê de bûm, min zanîbû ku PKK qedexekirî ye'.

Di mehên destpêkê yên sala 1994'an de ji şerê li Kurdistanê reviya û xwe gihand Elmanyayê. Li gorî wî jiyana wî êdî ewle bû. Tenê fikareke wî hebû, ew jî malbata wî bû. Hîn 16 salî bû. Ji navçeya Dara Hênê ya Çewlikê bû. Jê hebû ku eger bi navê xwe serlêdana penaberiyê bike û dewleta Tirk bibihîze wê zextê Lİ malbata wî ya li Kurdistanê bike. Ji ber ku wî bi xwe dîtibû ku êşkence û zext çi ye.

Lewma bi nasnameyeke şaş bi navê Ayhan Eser serlêdana penaberiyê kir. Dema ku hate Elmanyayê dema herî germ a têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Bi qedexekirina PKK'ê ya 26'ê Mijdara 1993'an re sembolên siyasî yên Kurdan hatibûn qedexekirin, komeleyên Kurdan dihatin girtin.

Dem 29-30'ê Hezîrana 1994'an saet 23:00 bû. Komek ji ciwanên Kurd li meydana Steintor a bajarê Hannoverê li hev civiyan û hewl dan afîşên ji wêneyên Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) daliqînin.

Polîsekî bi kincê sivîl wê demê ji wesayiteke sivîl peya bû û ji pişt ve gule li ciwanên Kurd reşand. Yek ji fîşekên ku ji aliyê polîsê bi navê Klaus T. ve hatin reşandin li pişta Halîm ket. Polîsê kujer ji devereke nêz ve berdabû pişta Halîm.

Halîm bi bîreneke giran rakirin nexweşxaneyê, lê jiyana xwe ji dest da. Piştî rojekê bi hezaran kes herikîn Hannoverê û dîwarê ku Halîm afîş lê daliqand bi ala ERNK'ê xemilandin. Piştî çend rojan bi beşdariya bi deh hezaran kesî merasîma cenaze hate kirin û merasîm jî bi alên ERNK'ê hate xemilandin. Cînayet jî bi carekê ve kete rojeva Elmanyayê.

Polîsê ku Halîm kuşt endamê Yekîtiya Operasyonên Taybet bû. Ji ber vê yekê wê ji aliyê heval û amîrên xwe ve bi xurtî bihata parastin. Tevî ku tenê ji çend metreyan gule berda di raporê de wê bihata gotin, "Bi qezayê gule berda."

Doza Halîm bi salan domiya. Malbata wî ji bo tevlî rûniştina dozê bibe xwest bê Elmanyayê lê belê daxwaza wan a ji bo vîzeyê ji aliyê Konsolosxaneya Elman a li Tirkiyeyê ve nehate qebûlkirin. Di rûniştina dozê de polîsê kujer bi gotina "Ez di stresê de bûm û min zanîbû ku ji ber qedexeya PKK'ê sûc hatiye kirin, lewma min xwest tiştekî bikim' parastina xwe kir.

Sala 1997'an ji Dadgeha Eyaletê ya Hannoverê encameke mîna 'xelatê' ji bo polîs derkete holê. Ji sûcê 'kuştina ji xemsariyê' biryara beraatê hate wergirtin. Biryara dadgehê wiha bû: "Bersûc di rewşeke awarte de di nava stresê de bêyî bixwaze gule berdaye."

Çîrok Halîm Dener li vir bidawî nabe. Çîrok vê carê li Frankfurtê didome. Rêxistinbûna çete û komikên polîsan ên li nava midûriyeta emniyetê ya Eyaleta Hessenê car carna kete rojeva Elmanyayê. Bi taybetî rêxistina polîsan a li bajarê Frankfurtê derdiket pêş. Çeteyên ji derve jî ketibûn nava polîsên Frankfurtê.

Di vê navberê de Alîkara Serokê Midûriyeta Emniyetê ya Frankfurtê Sabine Thurau sala 2010'an payeya wê hate bilindkirin û ji bo demekê ji bo serokatiya Rêxistina Emniyeta Hessenê (LKA) hate wezîfedarkirin. Thurau di wê demê de li nava polîsan tîma xwe ava kir û yek ji endamên sereke yên tîma wê polÎsê bi navê Klaus B. bû ku li Hannoverê di yekîneya taybet de bû.

Klaus ku xwe ji hevalên xwe yên polîs jî vedişart xwedî rabirdûyeke gelekî nepen bû. Sala 2011'an dema ku Sabine Thurau ji ber îfadeyên şaş û bikaranîna wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê ya polîsan neçar ma ji wezîfeyê îstifa bike nasnameya rastî ya Klaus B. jî derkete holê.

Sala 2013'an dozgerê berê yê Eyaleta Hessenê Hans Christoph Schaefer diyar kir ku Klaus B. polîsê bi navê Klaus T. ye ku di sala 1994'an de li Hannoverê ciwanê Kurd Halîm Dener kuşt. Endamê yekîneya taybet Klaus piştî ku ji aliyê dadgeha Hannoverê ve mafdar hate nîşandan ji bo rehet bike ew şandibûn Frankfurtê. Ji bo neyê naskirin jî dewletê ew xistibû nava 'bernameya parastina ji nêz ve' û navê wî jî kirine Klaus B. û bi vî rengî parastine.

'QENCI'YA LI ZAVAYÊ KUJER!

Di hijmara 10'ê Gulana 2013'an a rojnameya Fraknfûrt Rundschaûyê de dozgerê berê Schaefer gott Klaûs B zavayê hevalekî wî yê nêz e û got, ''Ji bo ku rehet bike, me ew ji Hannoverê anî Frankfûrtê, ji bo min ew bûyera ku berê tevlê bûbû qediya bû. Jixwe min qet pirsa wê bûyerê jê nekir'' û bi van gotinan vedigot bê ka çilo polîs diparêze.

Mijar jî ew bû ku Klaûs B. bi hevalekî xwe yê dî yê polîs re li Brezilya dema ku bi karekî çûbûn, gendelî kiribûn. Herdu polîsan dema peywira li Brezîlya, fatûraya wesayita ku kirê kirin, 572 Euro li dewletê birîn, derbarê wan lêpirsînê dest pê kir.

15'ê Îlona 2009'an li danişîna du polîsan Sabîn Thurau li du polîsan xwedî derket û kir ku li ser kar bimînin. Piştre derkete holê ku sedeme dî ya ku ew li polîsê kujer Klaus B xwedî derkeve. 2006'an Sabîne Thurau Klaûs B qanih kiribû ku li ser amîrekî dî yê polîsan bi derewan îfade bide. Ango midûrê polîsan li dadgehê qenciya ku Klaûs lê kirî, lê vedigerand.

Wan salên ku Sabîn Thurau li Frankfûrtê alîkarê midûrê emniyetê bû, hingî wiha li Klaûs B xwedî derdiket, bi îdîaya ku, ''Kurd wê suîkastê li te bikin, me agahî standiye'' organîze kir li Gîessenê bi ser malên 4 Kurdan de bigirin. 26'ê Tîrmeha 2007'an 4 endamên Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê, bi biryara dozgeriya Frankurftê hatin destgîrkirin.

Polîsan derî û penceryên malên çar Kurdên welatparêz şikandibûn, ew bi erdê ve hatibû kişkişandin û li wesayitên polîsan hatibûn  siwarkirin. Ango 4 Kurdên ku ne navê Klaûs bihistîn û ne jî ew dîtin beleheq 24 saetan hatin destgîrkirin, piştre jî hatin berdan. Ji bilî Kurdbûnê û ji bilî endambûna komeleyekê ti sûcê wan nebû. Bêyî ku bi derengî bikeve, dadgeha Frankfûrtê ti qîmet neda îdîaya ''suîkastê'' û pê komîk hat. Dawiyê, piştî salekê, 2008'an ji ber ku bi ser mala wan de girtin, dadgehê biryar da ku tazmînatê bide Kurdan.

DESTÛR NE DANE BÎRDARIYÊ Û NE JÎ KOLANÊ..

Vê navbeynê nexasim Kurdên li Hannoverê û dostên Kurdan ji bo ku Halîm Dener neyê jibîrkriin kêferateke mezin kirin. Her sal bi pergal bername çêkirin, kampanya çêkirin, van salên dawî ji bo ku li cihê ku Dener hatî qetilkirin bîrdariyek were danîn û navê wî bidin kolanekê hewl dan.

Şaredariya Lînden-Lîmmerê ya Hannaoverê, ku penaberên Kurd û her wiha derdorên çepgir û demokrat pir lê dijîn, ji bo ku navê Halîm Demîr neyê jibîrkirin, xebatek da destpêkirin. Li bajêr ku destûr nehate dayin li ser navê wî bîrdariyeke were danîn, bi piraniya denga a meclîsa şaredariya navçeyê, Gulana 2017'an biryar hate stanin ku navê Halîm Dener bidin meydanekê.

Lê di serî de lobiya Tirk, siyasetmedarên hevkarên hikûmeta federal SPD û CDU ji bo ku ev biryar bi cih neyê kêferateke mezin kirin. Ji ber lobiya van partiyan rêveberiya eyaletê jî berê xwe da biryara duyan a rêveberiya herêmî.

Şaredarê Şaredariya Mezin a Hannoverê Stefan Schostok piştî biryara bi piraniya dengan ji şaredariyê hatî standin hate redkirin bûyer bire darazê. Diyar kir ku biryara ku şaredariya Lînen-Lîmmer standî, ya ji bo ''Kolana Halîm Dener'' bi cih nehatî serî li dadgeha îdarî da. Lê dadgehê Sibata 2018'an biryareke seyr da û got, ''Hewceyî pê tine ku nav biguhere'' û biryar li ser da ku meclîsa şaredariyê neheq e.

Wêne têra xwe zelal bû; Hemû organên dewletê yên Elman, Şaredariya Mezin a Hannoverê, rêveberiya eyaleta Saksonyayê ya Jêr û darazê dest dane hev û xwestin Halîm Dener bidin jibîrkirin. Lê li gel ku 25 sal di ser re çûne jî, hewldane ku Dener bidin jibîrkirin beleheq e...Îşev saet 21.00'an Dener li cihê ku hatî qetilkirin, eynî saetê wê were bibîranîn. Piştre 6'ê Tîrmehê li Hannoverê wê bi meşeke navendî were bibîranîn.