Çi dibe bila bibe wê berxwedan bidome!
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a ji bo şikandina tecrîdkkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 47’an de bi biryardarî didome. Serdanên piştgirîdayîna çalakgerên grevê didome.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a ji bo şikandina tecrîdkkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 47’an de bi biryardarî didome. Serdanên piştgirîdayîna çalakgerên grevê didome.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorvegera a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 47’an de didome. 14 çalakgerên grevê li dijî leyîstokên şerê taybet ê dewleta Tirk peyama berxwedanê dan.
Berxwedana çalakgeran di roja 47’an de didome û her roja diçe rewşa tendursitiya wan giran dibe. Ji roja 20’an a çalakiyê ve hinek semptom di çalakgeran de xuya kir. Di nava van semptoman de westana zêde, ji ber birçîbûnê zeyîfbûna kasan, bêxewî, bêhalî, tansyion, şekir, nabiz û rîtmên dil de bê rêkûpêkî xuya kir.
Beriya çend rojan rewşa çalakgeran Keram Solhan giran bû û ji bo teşhîsê rakirin nexweşxaneyê. Solhan ji ber ku tedawî qebûl nekir dîsan hate cihê çalakiyê.
ROJNAMEGERÊN FRANSÎ BI ÇALAKGERAN RE CIVIYAN
Di roja 47’an a çalakiyê de gelek xebatkarên çapemeniyê û rojnamegera xweser Claîre Gandanger bi çalakgeran re civiyan. Gandanger ê ku herî zêde ji bo malpera nûçeyan a Fransa Rue89 nûçeyan çêdike têkildarî armanca çaalkiyê, hêviyên ji saziyên Ewropa, helwesta welatên Ewropa ya ji bo doza Kurd nêrînê çalakgeran girt.
Li aliyê din xwendekarên Fakulteya Zanistên Siyasî (Sciences-Po) bi çalakgeran re civiyan. Xwendekaran ji bo xebatên teza lîsansê ya “Di Kurdan re çanda berxwedan û mîlîtaniyê” bi çalakger akademîsyen Kardo Bokanî û rojnameger Gulistan Îke re hevdîtin (raportaj) kirin.
SERDAN DIDOMIN
Serdanên ji bo berxwedên greva birçîbûnê didomin. Îro bi dehan Kurdistnaiyên ji bajarên Elmanya Goggîngek, Darmstadt, bajarê Fransa Marsîlya, bajarê Hollanda Den Haag û ji bajarê Strasboûrg û derdora wê serdana çalakgeran kirin.