Çalakvanên Meşa Dirêj serdana Nobeta Azadiyê kirin
Çalakvanên Meşa Dirêj ku bi wesîleya Komploya 15’ê Sibatê ji bajarê Lorinet ê Fransayê heta Strasbourgê meşiyan, serdana Nobeta Azadiyê ku 660 hefte ye li Strasbourgê dewam dike, kirin.
Çalakvanên Meşa Dirêj ku bi wesîleya Komploya 15’ê Sibatê ji bajarê Lorinet ê Fransayê heta Strasbourgê meşiyan, serdana Nobeta Azadiyê ku 660 hefte ye li Strasbourgê dewam dike, kirin.
Çalakvanên Meşa Dirêj di roja dawî ya çalakiya xwe de serdana Nobeta Azadiyê kirin ku 660 hefte ne ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê domandin.
Meşvanên ku bi çalakvanên Nobetên Azadiyê re li hev civiyan peyama, “Em ê di 15’ê Sibatê de bi hev re azadiya fîzîkî ya Rêber Ap o biqîrin" dan.
Piştî serdanê danezanên derbarê pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û çalakiya Meşa Dirêj hatin belavkirin.
Çalakî wê di roja 26’emîn de bi meş û mitînga ku wê li Strasbourgê bê lidarxistin, bi dawî bibe.