Çalakvanên Meşa Dirêj êrîşa dagirkeriya li Garê şermezar kirin

Meşa ku ji ciwanên Kurd, Elman, Katalan û Spanyayê li Elmanyayê bi dirûşma ‘Komploya Navneteweyî Şermezar Bikin, Ji Abdullah Ocalan Re Azadî’ 8 roj in dimeşin êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Gerê şermezar kirin.

Çalakvanên piştî daxuyaniya li Kîrchplatez a Stuhlînger a Freîbûrgê hate dayîn û şûnde dest bi meşê kin ber bi Platz der Alten Synagoge ve ketin rê.

Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Gerîla’, ‘Bijî Berxwedana Gerê’, ‘Bimre Xiyanet’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ qîr kirin. Di mîtînga hate kirin de li ser navê Rote Hîlfe, Komîteya Çalakiyê, TCŞ, TEKO-JIN axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşa dagirkeriyê ya li Garê hate şermezarkirin. û peyama ‘Ji derveyî bi hev re têkoşînê ti rêyeke me ya din tine’ hate dayîn. Mîtîng bi mûzîk û gerandina govendê bi dawî bû.

Çalakî wê sibe saet 13:00’an li Kîrchplatz a Stuhlîngerê destpê bike.