BI DÎMEN

Çalakvanên Cenevreyê: Em ê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin

Çalakvanên Cenevreyê ragihandin ku ew ê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bi şîara ‘Rêber Apo vîna me ye’ li hev bicivin. Çalakvanan dagirkeriya li Colemêrgê protesto kirin.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dane destpêkirin, dewam dike. Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de dagirkeriya desthilatdariya faşîst a AKP- MHP’ê ya li Colemêrgê hat protestokirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê komîteya çalakiyê Mustafa Altunbaş axaftina vekirinê kir û diyar kir ku êrîşên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê bi awayekî li dijî mirovahî û hiqûqa navneteweyî dewam dike.

Altunbaş wiha got: “Her ku tecrîda li ser Rêber Apo kûr dibe, êrîşên li ser gelê Kurd û Kurdistanê jî zêde dibin.”

Altunbaş diyar kir ku binçavkirin û girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û desteserkirina şaredariyê parçeyek ji vê konseptê ye.

Piştî axaftina Altunbaş metna daxuyaniyê ji aliyê Azîz Aslan ve hat xwendin.

Banga tevlîbûna meşa navendî ku bi wesîleya 12’êmîn salvegera çalakiya nobetê di 25’ê Hezîranê de bê lidarxistin, hat kirin û ev peyam hate dayîn “Em ê li pêşiya CPT’yê bibêjin Rêber Apo vîna me ye.”