Çalakvanê greva birçîbûnê Xelîl bi lezgîn rakirin nexweşxaneyê

Tevî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê erkdanên tenduristiyê yên Elman rê nedan ku berxwedêrên greva birçîbûnê yê Berlînê bên dermankirin. Ji çalakvanan Şiyar Xelîl îro bi lezgîn rakirin nexweşxaneyê.

Şiyar Xelîl ê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 121 roj bû di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de bû, li ser peyama Ocalan roja Yekşemê dawî li çalakiya xwe anîbû.

PIRSGIRÊKÊN CIDÎ YÊN TENDURISTIYÊ YÊ XELÎL HENE

Piştî Mele Mûstefa Tûzak ê rakiribû nexweşxaneyê îro jî Şiyar Xelîl bi lezgîn rakirin nexweşxaneyê.

Xelîl ê pirsgirêkên wî yên cidî yên tenduristiyê hene, di serî de lêdana dilê wî, ketina tansyonê heye serom girêdan û di bin çavdêriya bijîşkan de ye. Zikê Xelîl pir diêşe û hebên êşê dibirin didin Xelîl, di saetên şevê de rakirin beşa lezgîn. Dermankirina Xelîl û Tûzak a li Nexweşxaneya DRK Klînîken Berlîn Mîtte ya girêdayî Xaça Sor a Elman didomin.

Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad ên Berlînê Erhan Firat ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku erkdarên abulansê erkê xwe yên jê berpirs ji duh ve ku bikin nekirine, li gorî derfetên xwe hewl dane Tûzak û Xelîl derman bikin.

Endamê Komîteya Amadekariya Çalakiyê Îsmaîl Parmaksiz jî diyar kir ku erkdarên tenduristiyê yên roja Yekşemê hatibûn heman erkdarên ku di demên cuda de li ser giranbûna rewşa çalakvanan dihatin navendê bûn û ev got: “Roja Yekşemê heman anbûlans hate , bijîşkan destpêkê gotin; ‘Heta polîs neyên ez nakevim hundir’ nêzîkatiyek sersûrman raber kir, piştre jî got; ‘Rewşa wan baş e, pêwîst nake ku rakin nexweşxaneyê.’ Ji duh ve bi derfetên xwe me hevrêyên xwe rakirin nexweşxaneyê û pirsgirêkên wan ên cidî yên tenduristiyê hene.”