Çalakiyên xwedîderketina li grev û rojiyên mirinê didomin

Çalakiyên xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tên lidarxistin dewam dikin.

Li bajarê Hagen ê Elmanya, Stûttgart û Marsîlya yên Fransa û Basel a Swîsreyê Kurdistanî li qadan bûn.

HAGEN

Meclîsa Jinan a Fîdan li bajarê Hagen ê Elmanyayê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê çalakiyek kirin. Jinan di çalakiyê de wêneyên berxwedêran hildan.

Belavok hatin belavkirin û hate gotin ku rewşa berxwedêrên di grevên birçîbûn û rojiya mirinê de qonaxên krîtîk jî derbas kirine.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê yekbûyên ‘Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê’ li Bonîgstrabeyê çalakiyek kirin. Di çalakiya kon hate danîn de dirûşm hatin berzkirin.

MARSÎYA

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Marsîlya ya Fransa xwedî li berxwedêrên grevên birçîbûn û rojiya mirinê derketin. Piştî meşa hate kirin û şûnde ciwan li pêşiya nûnertiya Parlementoya Ewropa ya Marsîlyayê hatin ba hev û wêneyên berxwedêrên grevên birçîbûn û rojiya mirinê hildan.

Di çalakiyê de belavok hate xwendin û banga tevlîbûnên xurt ji bo çalakiyan kirin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komîteya Rojava ya Basel li Clarplatzê çalakiye kirin. Çalakî bi belavkirina belavokan ve bi dawî bû.