Çalakiyên xwedîderketina li Şengalê didomin

Çalakiyên protestoyî yên li dijî peymana Bexda-Hewlêr a li ser Şengalê û sewqkirina bi hezaran leşker a Şengalê li gelek welatên Ewropayê didomin.

GÎESSEN

Çalakî li Kîrchaneplatez a bajarê Gîessen a Elmanyayê hate kirin û peymana Şengal dike hedef û sewqiyata leşkerî hatin şermezarkirin.

MANNHAÎM

Li Mannhaîm a Elmanyayê NCDK, Jinên Ciwan ên Têkoşer û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Qada Berlîner mîtîngek kirin. Di mîtîngê de wêneyên Fermandarê Şengalê Egîd Civiyan hate hildan û bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ aîr kirin. Her wiha banga tevlîbûna çalakiya ku wê 26’ê Mijdarê roja Pênşemê bê lidarxistin jî kirin.

DORTMÛND

Bi heman armancê li bajarê Dortmûnd a Elmanyayê jî çalakiyek ya protestokirinê hate kirin û di çalakiyê de bal kişandin ser hevkariya Erdogan-DAÎŞ’ê.

BERN

Kurdistanî li Bajarê Ben ê Swîsreyê jî çalakî kirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser qirkirinek nû ya li Şengalê û lihevkirina Bexda-Hewlêr şermezar kirin.

PARÎS

Meclîsên Evry û Vîlleneûve Saînt George yên herêma Parîs a Fransayê jî çalakiyên protestoyî hebûn. Di çalakiyê de hevserokê Meclîsên Evry û Vîlleneûve Saînt George Alî Lice axivî û bang kir ku divê gel li dorî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibin yek, banga xwedîderketinê kir.

Her wiha li bonliya Vîllîers le Bel a Parîsê jî saet 19:00’an meşek hate kirin.

BORDEAÛX

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN li bajarê Bordeaûx a Fransayê li pêşiya gara trenê ya navendê kom bûn û çalakiye kirin. Di çalakiyê de lihevkirina Bexda-Hewlêr a li ser Şengalê hate şermezarkirin û dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’, ‘Bimre xiyanet’ û Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.