BI DÎMEN

Çalakiyên protestoyî didomin: Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin!

Li bajarê Freibûrgê yê Elmanya û Melboûrne yê Awustralyayê qetilkirina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve hat protestokirin û peyama “Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin” hat dayîn.

ÊRÎŞA LI SER ÇAPEMENIYA AZAD HATE ŞERMEZARKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê êrîşeke hewayî pêk anî û wesayîta xebatkarên çapemeniya azad kir hedef. Di êrîşê de 2 rojnamevanên jin ên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn.

Li dijî êrîşê her ku diçe nerazîbûn zêde dibin.

FREIBÛRG

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Herêmê û Meclîsa Jin li Europaplatzê ya bajarê Freibûrg ê Elmanyayê çalakiyek hat lidar xistin. Çalakî ji bo hemû şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Têkildarî tecrîda Îmralî û êrîşên dewleta faşîst a Tirk û hevkarê wê yê xayîn PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 26 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ev 42 meh in di tecrîdeke girankirî de ye û hat gotin ku di şexsê Abdullah Ocalan de ev tecrîd li dijî tevahiya gelê Kurd e.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Dewleta Tirk a faşîst li ser îstîxbarata xayînên PDK’ê, li dijî xebatkarên çapemeniya azad êrîşek hewayî pêk anî. Di encama vê êrîşê de 2 rojnamevan jin hatin qetilkirin û 6 jî birîndar bûn. Rojnamevan ji bo ragihandina rastiyên li Kurdistanê xwe berpirsyar didîtin, ev êrîş parçeyek ji polîtîkayê tecrîdê ye. Dixwazin dengê her kesê ku pêşengî ji bo ragihandina heqîqetê dikin, bibirin. Lê divê bê zanîn bi ser neketin û dê biser nekevin jî.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Jin Jiyan Azadî", "Bîmre Îxanet", "Dîktator Erdogan" bi dawî bû.

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrne yê Awustralyayê bi pêşengiya Navkurd, êrîşa dewleta faşîst a Tirk a li dijî rojnamevanên jin yên li Başûrê Kurdistanê çalakiyek protestoyî hat lidar xistin. Di çalakiyê de Nûnerê KNK'ê yê Melboûrne Heval Herkî, bang li raya giştî ya Awustralyayê û hikûmeta federal a Awustralyayê kir û wiha got:

“Bêdengmayîna li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk dike, mirovahiyê diêşîne. Weke Kurdên li Awustralyayê dijîn, êşa her xwişk û birayên me yên hatine qetilkirin dilê me diêşîne û têgihiştina bêdengiya cîhanê ya li pêşberî vê komkujiya li hemberî Kurdan gelekî zehmet e. Hêj duh DAÎŞ yê ku li ser serê cîhanê bûye bela, li Elmanyayê êrîşek pêk anî û sê mirovên bêguneh qetil kir. Kurdan bi berdêleke mezin ev bela rawestand. Ev dewleta Tirk a faşîst e ku DAÎŞ'ê xwedî dike û dike bela serê cîhanê."