Çalakiyên piştgiriya bi berxwedêrên grevan re didomin

Çalakiyên ji bo piştgiriya bi berxwedana Leyla Guven û berxwedêrên din ên ji bo bidawîkirina tecrîdê yên li bajarê Ewropa tên lidarxistin dewam dikin.

Çalakiyên ji bo piştgiriya bi berxwedana Leyla Guven û berxwedêrên din ên ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li bajarê Ewropa tên lidarxistin dewam dikin. Li bajarê Munh ê Elmanyayê ji bo balê bikişînin ser tenduristiya Leyla Guven a li ber sînorê mirinê standa agahdarkirinê di roja 2’an de ye. Li standê bicihneanîna daxwazên berxwedêran hate protestokirin. Di çalakiyê de belavok hate xwendin.

VIYANA

Li paytexta Evûstûyra Viyanayê Kurdistaniyên ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kiri, çalakiya Leyla Guven jî silav kirin. Kurdistanî û dostên wan ên bi pêşengtiya Meclîsa Civaka Kur a Demokratîk a Viyanayê li Stephansplatzê ya li navenda bajar e kom bûn, li vir koneke yê agahdarkirinê vedan. Di çalakiyê de li ser berxwedana Guven û tecrîdê belavok hatin belavkirin.

LÎNZ

Nûnerên Komeleya Jinên Kurd a Amara li bajarê Lîînz ê Evûstûryayê dosyaya têkildarî Leyla Guven û girtiyên din ên siyasî amadekiribû pêşkêşî Koşka Walîtiya Lînz a Ewûstûrya, Şaredariya Lînz, Dîe Grûne, Partiya Demokratîk a Sosyal, Komeleya Mafê Mirovan, Televîzyona ORF, Radyo û Komeleya Jinên Femînîst a Aûtomom û Kronen. Nûnerên partî û saziyan ên nûnerên jinan pêşwazî kirin diyar kirin ku wê li hemberî çalakiya grevê ya Leyla Guven dayî destpêkirin bi hestyar bin û wê destekê bidin kampanyay îmzeyan a ji bo Leyla Guven hatiye destpêkirin.