Çalakiyên li Osloyê bi 'Pirtûkxaneya Rêbertî' dest pê kir

Çalakiyên 'Dema wê ye' yên li paytext Osloyê, bi Pirtûkxaneya Rêbertî dest pê kir.

Li paytexta Norwêc Osloyê, çalakiyên 'Dema wê ye, azadî ji Ocalan re' bi pêşengiya UNG-KURD û NCDK'ê li qada Egertorgetê dest pê kir.

Li binê konê çalakiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di çarçoveya çalakiyê de li 'Pirtûkxaneya Rêbertî' bi zimanên Norwêcî û Îngilîzî raya giştî hate agahdarkirin.

Stant bi parêzname, pirtûk û broşurên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin, aktîvîstan jî têkildarî komploya navneteweyî bi Norwêcî mirovên li derdorê agahdar kirin.

Ciwanên Partiya Sor a Norwêcê Rod Ungdomê jî piştgirî da çalakiyê. Sekreterê Giştî yê Rod Ungdomê Sîgrîd Grûndt Leîne diyar kir ku ew bi Kurdan re ne.

'JI BO RÊBER APO EM Ê LI QADAN BIN'

Bi navê Ung-Kurd Rozerîn Algunerhan axivî û got, "Felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ya ji bo aştî, demokrasiya li Kurdistanê û cîhanê û azadiya jinê li pêş çavan e. Ji bo Rêber Apo em ê timî li qadan bin. Ji bo tevlîbûna li kampanya îmzeyan a ji bo Neteweyên Yekbûyî bang dikim."

Ariyen Rojhilat ê ji Rojhilatê Kurdistanê jî bal kişand ser girîngiya çalakiyê.

Li Norwêcê wê her roj stand û pirtûkxaneya Rêbertî dewam bike. Roja Şemiyê jî wê meşeke dirêj bê lidarxistin. Meş wê ji ber NCDK'ê dest pê bike.

Roja Duşemê wê li navenda Osloyê û tevahiya Norwêcê çalakî hebin.