Çalakiyên Kurdan ên ji bo Ocalan li Marsîlyayê didom e
Çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî û bi daxwaza malbat û parêzeran ji bo hevdîtinê didom e.
Çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî û bi daxwaza malbat û parêzeran ji bo hevdîtinê didom e.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Marsîlya ya Fransayê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber çalakiyên xwe didomîn e.
Kurdistaniyên bi banga TJK-E û KCDK-E’yê derketîn qadan, peyama heta ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî neyê girtin wê di nava çalakiyan de bin.
Kurdistanî û dostên wan ên di seat 14:00’an de li Meydana Canabîerreyê hatîn gelhev, bi mitîngekê tecrîd protesto kirin.
Gel pankartên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Ocalan hilgirtîn, di tevahiya meşê de belavûk hatin parve kirin.
Mitînga ku dirûşemeyên “Ji Ocalan re azadî”, “Terorîst Erdogan” û “Faşîst AKP-MHP” berzkirîn, bi deqeyek rêzgirtin destpê kirin.
Di mitîngê de siyasetmedar Azad Şirnex axivî û got wê çalakiyên wan bidomin.
Piştî axaftina çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Li Marsîlyayê çalakiya sibe jî wê seat 15:00’an li ber Nûnertiya Yekitiya Ewrûpa were lidar xistin.