Çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedêran didomin
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, li bajarê Graz ê Ewûstûryayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê Kurdistanî û dostên xwe, ji bo piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê li ser piyan bûn.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, li bajarê Graz ê Ewûstûryayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê Kurdistanî û dostên xwe, ji bo piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê li ser piyan bûn.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi armanca piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bremenê Yucel Yildirim axivî û diyar kir ku di kesatyetiya Ocalan de Kurd hemû tên tecrîdkirin.
Yildirim, diyar kir ku bi şîrîkatiya AKP/MHP’ê erdnîgariya Anatolyayê veguheriye qada cezakirin û êşkencê. Yildirim, bal kişand ser berxwedana berxwedêrên greva birçîbûnê.
Di çalakiya ku belavok jî hatî belavkirin de bang hat kirin ku her kes tevlî çalakiya Tevgera Jina Kurd a bi navê ‘em 7 hezar mûman pêxin’ hate kirin.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Ewûstûryayê, bi armanca piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarteke ku li ser, ‘Grevên birçîbûnê yên ji bo Abdullah Ocalan didomin’ hate vekirin û alên YPG, YPJ’ê hatin bilindkirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê mîtînga ji bo pişgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê hate lidarxistin. Danê êvarê, bi sedan jin, zarok û ciwan li qada Canebièreyê li hev civiyan û ji bo şemezarkirina tecrîdê meşek pêk anîn.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven, berxwedêrên greva birçîbûnê û alên PKK’ê hatin rakirin.
Li qada Vieux-Port jî mîtîngek hate lidaxistin. Mîtîng bi merasîma rêzgiritin destpê kir û daxuyanî hate dayîn, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk (NCD) axaftin hatin kirin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.