Çalakiyên ji bo Ocalan ên li Ewropayê dewam dike

Çalakiyên protestoyî yên piştî agahiya şewata li Girava Îmralî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye, dewam dike. Li gelek navendên Ewropayê çalakî hatin kirin, daxwaz hate kirin ku hevdîtin li gel Ocalan bê kirin.

DUSELDORF

Bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên li HBF Duseldorfê saet 17:00’an hatin ba hev çalakiyek kirin. Di çalakiyê de daxuyaniyek li ser rewşa Ocalan hate dayîn. Di çalakiyên de nerazîbûn nîşanî bêdengiya dewlen navneteweyî ya li hemberî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayîn. Hate gotin ku heta hevdîtin li gel Ocalan pêk bê wê çalakî bidomin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajar li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê (NCKD) çalakiyek hate kirin.  Çalakî veguherî mîtîngê û fikarên têkildarî şewata li Îmraliyê rû dayî hatin ziman. Hate gotin ku ew ji jiyan Ocalan bi fikar in.

BÎELEFELD

Di saetên şevê de li bajarê Bîelefeld Kurd û dostên wan li pêşiya gara trenê çalakiye kirin. Çalakiya ku li ser banga Tevgera ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad hate kirin, dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hate kirin. Polîsên ku mudaxeleyî çalakiyê kirin, xwestin dest danin ser posterên Ocalan. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan çalakiyek hate kirin. Di çalakiya li pêşiya gara trenê hate kirin bal kişandin ser rewşa Ocalan û sê girtiyên din ên li giravê. Daxwaz hate kirin ku divê lezgîn hevdîtin pêk bê. Her wiha polîsan xwestin posterên Ocalan û alên destê çalakvann bigirin. Li gel vê çalakvanan ev yek red kirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li ser banga Navenda Civak a Kurd û Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvan li pêşiya gara trenê mîtîngek hate kirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku heta agahiyek ji Ocalan bê girtin wê tim di nava çalakiyan de bin. Her wiha bang hate kirin ku tevlî meşa navendî ya ku wê roja Şemiyê saet 14:00'an li Frankfûrtê bê lidarxistin.

PARÎS

Ciwanên Kurd li paytexta Fransa Parîsê li lokala televîzyona Rûssîa Today (RT) çalakiyeke bêîtihatiya sivîl kirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan hatin hildan û dirûşmên bi Fransî hatin qîrkirin.

Di hevdîtina li gel xebatkarekî televîzyona RT’ê dosyayeke rewşa Ocalan tîne ziman hate dayîn. Daxwaz ji televîzyona Rûs hate kirin ku li ser rewşa Ocalan bêdeng nemînin. Ciwanan piştî hevdîtinê dawî li çalakiya xwe anî.

LONDON

Li paytexta Brîtanya Londonê enadmên Meclîsa Gel a Kurd hatin ba hev û li pêşiya Parlemetoyê çaakiyek kirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Terorîst Erdogan, terorîst dewlet’ hate qîrkirin. Heveroka Meclîsa Gel a Kurd a Londonê Nejla Arî axivî û bal kişand şewata bi guman a li Girava Îmraliyê û daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kir.