Çalakiyên ‘Azadî ji bo Ocalan’ li Helsînkiyê didomin

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye çalakiyên ‘Azadî ji bo Ocalan’ di roja duyem de didome.

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye di roja duyem a çalakiyên “Azadî ji bo Ocalan” de ciwanên Kurd wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li panoyên metroyan nîşan dan. Li ser wêneyan hatibû nivîsandin ‘Azadî ji bo Ocalan’.

Di heman demê de ciwanên Kurd ji bo ku balê bikişînin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, bi tîşortên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li ser hebûn di nava metroyan û bazarên Helsînkiyê geriyan. Çalakiya ciwanan bala gel kişand.