Çalakiyên 4’ê Nîsanê yên li Berlîn û Darmstadtê
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye û li bajarê Darmstadtê hate pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye û li bajarê Darmstadtê hate pîrozkirin.
BERLÎN
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi danîna daran rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
Meclîsa Jinan a Dest-Danê û çalakgerên Rêxistina Êzidiyan li baxçeyê Hevrîn Xelef bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar danîn.
Di dema danîna daran de çalakgeran diyar kirin ku 4’ê Nîsanê ji bo jinan rojeke dîrokî ye û ev tê wateya zayîna jinan, mirovayetiyê û hemû Rojhilata Navîn.
DARMSTADT
Kurdên li bajarên Darmstadt ê Elmanyayê jî rojbûna 72’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Roza ya Darmstadtê hate kirin. Murşîde Oltan di çalakiyê de axivî û got “Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya jidayikbûna bi milyonan kesan.”