Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî didome

Gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev salek e li pêşiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyan li dar dixin.

Gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an û heta niha her roja Çarşemê li pêşiya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre ya Swîsreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin û ji bo azadiya Ocalan gelê Swîsreyê tê agahdarkirin. Di çalakiyê de di heman demê de êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser her çar parçeyên Kurdistanê tê teşhîrkirin.

Hevserokê CDK’ê Salîh Saglam diyar kir ku ew çalakiya rûniştinê salek in bi domdarî li dar dixin û got “Vê çalakiya me ya rûniştinê ya di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye, azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ de li dar dixin em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin û di heman demê de êrişên li ser Kurdistanê teşhîr dikin. Heta ku daxwazên me pêk werin em ê li qadan bin.”

Piştî axaftinan gelê Kurd bi sloganan çalakiya rûniştinê domandin.