Çalakiya li Swêdê koma 4’an dewr girt
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li paytexta Swêd Stockholmê ku 1’ê Nîsanê dest pê kiribû, ji aliyê koma 4’an ve hate dewrgirtin.
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li paytexta Swêd Stockholmê ku 1’ê Nîsanê dest pê kiribû, ji aliyê koma 4’an ve hate dewrgirtin.
Greva birçîbûnê ya li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Stockholmê ji aliyê koma 25 kesan ên ku ji bajarênHalmstad, Helsînogr, Malmo, Goteborg yên Swêdê hatibûn ve hate dewrgirtin.
Li ser navê çalakgeran Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Goteborgê Lehon Lehonî axivî û diyar kir ku Kurdistanî tecrîda bi salan a li ser Ocalan tê pêkanîn qebûl nakin.
Lehonî anî ziman ku ji bo bidawîkirina tecrîdê greva birçîbûnê ya Leyla Guven dayî destpê kirin xwedî lê derdikevin û ji bo wê ketine greva birçîbûnê. Lehonî got; “Heta ku tecrîd neyê şikandin berxwedana me wê bi biryardarî bidome.”
Piştî axaftinan çalakgeran dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Çalakgeran ji ANF’ê re axivîn û gotin ew ê li dijî operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û tecrîda li ser Ocalan bêdeng nemînin û heta ku tecrîd neyê ş,kandin wê têbikoşin.
Osman Kuçukyildiz: Ocalan dikare şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê yê didome rawestîne. Tecrîda li ser Ocalan tê pêkanî li ser gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn e. Tecrîd sûcê dij mirovahiyê ye û divê tecrîd bi dawî bibe. Leyla Guven, girtiyên girtîgehan û çalakgerên din ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan grevên birçîbûnê dane destpêkirin. Yê ku dawiya şer bîne Rêber Abdullah Ocalan e.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Skâne Amara Arî jî got heta tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin di berxwedanê de bi biryardar in. Arî bang li hemû jinên Kurdistanî kir ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava tevgerê.