Çalakiya li Sotckholm a daxwaza azadiya Ocalan dike didome

Çalakiya Kurdistaniyan a bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navendê Stockholmê hat lidarxistin, vê hefteyê jî dom kir.

Çalakiya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan di çarçoveya pêngava ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ her hefte roja Çarşemê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin, vê hefteyê jî dom kir.

Çalakiya ku li Qada Sergls Torg Saet 17:00’an destpê kir bi qasî saetekê dom kir.

Çalakî piştî meşa li navenda bajar û qîrkirina dirûşman bi dawî bû.