Çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê di hefteya pêncan de ye

Kurdên li Ewropayê ji bo rakirina tecrîdê Konseya Ewropayê û CPT’ê têkevin nav hewldanan pênc hefte ne, li Strasboûrgê di nav çalakiyê de ne. Di hefteya pêncan de  ji Swîsre û Fransayê çalakger hatin.

Kurd ji 25’ê Adarê û vir ve li pêşiya Konseya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê bi grevên birçîbûnê yên girseyî û çalakiyên xwe yên rûniştinê balê dikşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên ku bi mehan e, didome.

Çalakî her roja Çarşemê li pêşiya Konseya Ewropayê tê kirin û her hefte ji welatekî cihê yê Ewropayê Kurd di nava çalakiyê de cih digirin. Endamên Meclîsa Jînan a Ronahî a Baselê jî vê hefteyê di nav çalakgeran de ne.

LI PÊŞIYA KONSEYA EWROPAYÊ HATIN BA HEV

Kurd li Strasboûrgê hatin ba hev û bangên xwe yên ji bo Konseya Ewropayê û CPT’ê dubare kirin. Kurdan nerazîbûnên tund nîşanî bêdengiya Konseya Ewropayê û CPT’ê dan.

Gelek çalakgeran diyar kirin ku li hemberî tecrîdê divê berxwedana gelê Kurd were geşkirin û bi berxwedanê re wê bêdengiya welatên Ewropayê jî were şikandin.

Çalakger Ercan Şîmşek:  Bi berxwedanê re wê tecrîd were rakirin. Divê em li Ewropayê him di warê dîplomasî û him jî di warê burokrasiyê de çalakiyên cihê li dar bixin. Li girtîgehan 7 hezar hevalên me di greva birçîbûnê de ne, divê em wan tenê nehêlin.

Selda Aytaç (Endama Meclîsa Jinan a Ronahî ya Baselê): Em li her derê dixwînin; “Ne birçîbûn, bêdengî dikuje”. Erê bêdengiya me wê hevalê me bikuje. Em li Ewropayê girseyek mezin in û em çiqas çalakiyên mezin yên girseyî li dar bixin welat û saziyên Ewropayê wê me ewqas ciddî bigre. Li bîra min tê sala 1993’an bi beşdarbûna sed hezaran kesî me çalakiyek li dar xistibû û heman rojê Serokwezîrê Elmanya daxuyanî dabû û gotibû ‘Eger bi bangekê bi mîlyonan kes dakevin kolanan , em neçar in wan cidî bigrin’. Divê tevlîbûna ji bo çalakiyan girseyî be û em dengê wan bigihînin ji derve ji ber ku ew li wir zarokên me dimirin.

Mixabin Ewropa berjewendiyên xwe derdixe pêş ji ber ku bi Tirkiyeykê re têkiliyekî bazirganî ya bi mîlyaran euro heye, bazirganiya çekan heye. Lê li vir bandora bêdengiya me jî heye.

Elîf Fistik (Endama Meclîsa Jinan a Ronahî ya Baselê): Dema ku li ser rêberê gelekî tecrîd were kirin, tecrîd li ser wî gelî tê kirin. Em ji bo ku li gel rêhevalên xwe yên ku bedena xwe ji bo birçîbûnê razandine li qad û kolan in. Li dijî bêdengiyê em li vir in.

Li dijî bêdengiya gelan divê em jî bêdengiya xwe derbas bikin. Hevalên me li hucreyan dema ber bi mirinê ve diçin divê wijdana me qebûl neke û her kesê ku dibêjin ‘em mirov in’ dakevin qadan û hêzê bide van çalakiyan.

Lara Alarab (Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Baselê): Tecrîda li ser Rêbertiya me tecrîda li ser gelê me û jinê ye. Tecrîd li dijî çand û li dijî gelê ku di bin esaretê de ye.

Divê gelê me di vê pêvajoyê de xwedî wijdan be û li dijî tecrîdê li ber xwe bide. Divê bêdengiya Ewropayê were şikandin.

Sakîne Tosûn (Endama Meclîsa Jinan a Ronahî ya Baselê): Berxwedana li dijî tecrîdê ya bi pêşengiya jinan destpêkirî gelek tiştan îfade dike; berxwedana jinan, lêgerîna azadî, têkoşin û îradeyê datîne holê. Em jî di şexsê Leyla Guven berxwedana ku bi pêşengiya jinan destpêkirî xwedî lê derdikevin.

Tecrîd ji bo me zilma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd îfade dike. Divê gelê Kurd bibînin. Leyla Guven ne ya destpêkê û ne ya dawî ye ji ber wê ev berxwedan wê mezin bibe.

Li dijî tecrîdê divê her kes li her qadê berxwedanê geştir bike û heman demê berpirsên vê pirsgirêkê li Ewropa kî ne, divê  bikevin nava tevgerê û dengê bi hezaran berxwedêran bibihîsin.