Çalakiya li pêşiya KE’yê: Peyama ‘Divê Ocalan azad bibe’-NÛ BÛ

Ciwanên ku çalakiya rûniştinê ya hefteya dawî ku ji aliyê TJK-E û KCDK-E’yê ve 12’ê Cotmehê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin dewir girtin, li pêşiya Konseya Ewropa daxuyanî dan.

Çalakî ji aliyê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) ve hatin dewirgirtin.

Ciwanên ku çalakî bi dirûşma ‘Ji Tecrîd, Faşîzim û Dagirkeriyê re Na, Bi Hev Re Serhildan’ dewir girtin, di roja 3’yan de daxuyaniyek da.

Ciwanên enternasyonalîst ên li pêşiya Konseya Ewropayê hatin ba hev, diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî girîngî ye.

Ji aktivîstên TCŞ’ê Kemal Şoreşger ev got: “Em îro ji bo Rêbertiya xwe li vir in. Ji ber ku Ewropa ji komplo û tecrîdê berpirs in, em li vir in. Heta Rêbertiya me  azad ne bin em ê li vir bin. Jiyaneke bê Rêber Apo em qebûl nakin.”

Li ser navê ciwanên enternasyonalîst jî Lûîca Garcî ya ji Spanyayê tevlî çalakiyê jî bo ev got: “Bang li hemû jinan û mirovên ji şoreşê bawer dikin û her kesê dikim; dibe di jiyên de bêhêvîtî pêk hatibin, xwestin hêviya me bişkînin. Em vê jiyînê û tecrîda li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin. Têkoşîna ji bo Rêber Apo tê dayîn ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan girîng e. Di çarçoveya rêya ku Rêber Apo ji bo me nîşan dayî, têkoşîna ku dewrî me kirî em ê bidomînin. Dem dema azadiyê ye. Divê em ji têkoşînkirinê newestin. Netirsin, vebijêrkek a tirsê ya me tine. Yekan e rê şoreş e, têkoşîn û dem dema girtina vê berpirsyariyê ye.

Hevserokê Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ya Brîtanyayê û dîrektorê navneteweyî yê UNITE the UNION ku yek ji mezintirîn sendîkaya karkeran a Brîtanyayê Sîmon Dûbbîns ji çalakiya rûniştinê re peyamek bi dîmen şand got: “Niha dema ketina tevgerê ye. Bi lez dema ketina tevgerê ye. Dema serbest berdana Abdullah Ocalan e, dema azadî ya Tirkiye û herêmê ye.

Niha li Brîtanyayê 15 sendîkayên karkeran ên herî mezin destekê dide kampanyayê. Festîvala Durham Madenvanan û Festîvala Şehîdan a Tolpûddle ku ji aliyê sendîkayên karkeran ên herî mezin ên Brîtanyayê ve diyarî azadiya Ocalan hatibû kirin. Sala borî jî Sendîkaya TUC destekek kurewî dabû kampanyayê û bi 700 delegeyên xwe banga azadiya Ocalan kiribû. Bi hêviya ku xebata ku bi salan tê kirin a azadiya Ocalan îsal bigihêje encamê, desteka ji bo Kampanyaya Ji Ocalan Re Azadî ya cîhanê ya kurewî hê zêdetir bigihêje astên cidî.”

Ji Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Global, Wezîrê Karên Hundir ê Berê yê Îzlandayê Ogmûndûr Jonasson jî peyamek şand. Peymana Jonasson wiha ye: "Bi dirûşma ji Ocalan re azadî em kom bûne.Piştî me Ocalan baş naskir û şûnde me biryar da ku di nava delegasyoan Îmraliyê de cih bigirin. Min berdevkiya Kampanyay Ji Ocalan Re Azadî û Aştî Ji Kurdistanê re kir. Ew (Ocalan) 21 sal in di girtîgehê de ye. Divê em dem rawestînin. Divê Ocalan azad bibe. Demê wê jî niha ye. Dem hatiye. Ji Ocalan re azadî.”

Di dema daxuyaniyê de Heveroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr jî axivî. Goksûngûr got: “Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ Kurdistanî û dostên xwe yên li Elmanyayê em ê têkoşînê mezin bikin.”

Di çarçoveya çalakiya rûniştinê de wê roja Înê saet 13:00’an li Qada Kleberê meşa girseyî ku destpê bike wê piştî ku li pêşiya KE’yê bi dawî bibe.