Çalakiya li Maastrîchtê: Ji bo edalet û aştiyê divê Ocalan azad be

Li Maastrîchê gel hatin ba hev. Li ser navê Yekîtiya Sendîkayên Îngîltereyê Matta Nathan got ku; “Heke em qala aştî, edalet û azadiyê dikin, divê rêzdar Ocalan azad bibe.”

Kurd û dostên wan ên ku li Ewropayê dijîn bi slogana ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Rojava re’ li bajarê Maastrîchê di çalakiyê de li hev kom bûn.

Posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser dikê hate bicihkirin. Çalakgeran alayên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê hildan.

‘XWESTINA AZADIYA OCALAN DI BIN BERPIRSYARIYA ME HEMÛYAN DE YE’

Li ser navê Yekîtiya Sendîkayên Îngîltereyê Matta Nathan axivî. Nathan diyar kir ku sendîkaya wan azadiyê ji Ocalan re dixwaze û heta niha Nelson Mandela jî tê de wan ji bo gelek serokên şoreşger kampanya li dar xistine.

Nathan got: “Bi salan e li gelê Kurd û serokê wan Ocalan bêedaletî heye. Li ser vî esasî xwestina azadiyê ya ji bo Kurdistanê, berpirsyariya me hemûyan e.”

Nathan diyar kir ku felsefeya Ocalan û nirxên ku ew diparêze, ji bo mirovayetiyê gelekî girîng e û got ku; “Heke em li vê cîhanê aştî, edalet û azadiyê dixwazin, wê demê em dibêjin bila gelê Kurd û Ocalan azad bibin.”            

Nathan diyar kir ku ew bi îmzeyên 2 milyon endamên sendîkayê kampanyaya azadî ji bo Ocalan didomînin û ji bo ku ev kampanya were geşkirin û encam were stendin wê têkoşînê bidomînin. Nathan wiha pêde çû: “Divê şîddeta li ser gelê Kurd were bidawîkirin û dewleta Tirk gefên xwe yên li ser Rojava bi dawî bike. Kurdan terora DAÎŞ’ê qedand a ku bûbû belaya serê dinyayê. Divê tu kes vî tiştî ji bîr neke. Wan ji bo me jî şer kir. Niha peywira me ya herî mezin ev e ku em Rojava biparêzin.”

ŞÊXO: ÊRÎŞA LI SER ROJAVA HER KES RAKIR SER LINGAN

Piştî Nathan li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Şêxo axivî û bal kişand ser girîngiya lidarxistina vê şahiyê ya li ser daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî û ji Rojava re statû’ û got: “Şoreşa Rojava li ser raman û keta Rêber apo hatiye avakirin.” Şêxo êrîşên dewleta Tirk û Erdogan ên li ser Rojava jî bibîr xist û got: “Em îro li Rojava gelek bi hêz in. Em hemû dizanin êrîşeke li ser Rojava tê wateya li ser hemû Kurdan. Şoreşa Rojava Şoreşa tevahî Kurdistanê ye. Xwîna hemû Kurdistanê li ser xaka wê hatiye rijandin, ji bo wê êrîşek li ser Rojava bibe divê hemû Kurd rabin ser linan.”

ÇELÎK: DIVÊ HÊ ZÊDETIR XWEDÎ LÊ DERBIKEVIN

Piştî Şêxo li ser navê KCDK-E’yê Demîr Çelîk bal kişand ser zorî û zehmetiyên pêvajoya têre derbas dibe û got: “Kurdistanî û dostên ên li Ewropayê dijîn divê hê zêdetir xwedî li têkoşîna li çar aliyên Kurdistanê tê kirin derbikevin.” Li aliyê din ciwanên bi dirûşma ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad hatibû destpêkirin derketin ser dikê û gel silav kirin.

Piştî axaftinan û şûnde hunermend derketin ser dikê û li ber stranên wan govend hate gerandin. Çalakî dewam dike.