Çalakiya li avahiya Rêxistina Efûyê ya Londonê di roja duduyan de ye

Li hemberî tecrîdê li avahiya Rêxistina Efûyê ya li Londonê roja Çarşemê çalakî hatibû destpêkirin. Çalakî di roja duduyan de didome.

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Londrayê li Rêxistina Efûyê çalakiya bêîtaetiya sivîl hatibû destpêkirin. Çalakî di roja duduyan de didome. Şeş kesan li avahiyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin û li derveyî avahiyê jî gelek kes piştgiriyê didin çalakiyê.

Çalakî duh sibehê hatibû destpêkirin. Çalakger bi rêveberên Rêxistina Efûyêya Navneteweyî re civiyan lê encam bi dest nexistin. Li ser navê çalakgeran hate diyarkirin ku bêdengiya Rêxistina Efûyê ya li hemberî zextên li ser girtiyan û tecrîdê nayê qebûlkirin. Çalakgeran xwestin ku bila Rêxistina Efûyê daxuyaniyeke şermezarkirina tecrîdê biweşînin. Ji ber ku ev daxwaz nehate bicihanîn, çalakgeran bi sloganan helwesta Rêxistina Efûyê şermezar kirin. Polîsan xwestin çalakgeran ji avahiyê derxînin lê bi ser neketin. Polîs li ber derî sekinîne û naxwazin tu kes têkevin avahiyê.

Rêveberên Rêxistina Efûyê daşirên di avahiyê de girtine û nahêle kes têkevin avahiyê. Rêveberên Rêxistina Efûyê nahêlin ji derve ji çalakgeran re av jî were.