Çalakiya li avahiya Rêxistina Efûyê di roja 3’an de ye

Çalakiya bêîtihatiya sivîl a li dijî tecrîdê ya li navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Londonê di roja 3’an de ye.

Çalakiya bêîtihatiya sivîl a ji roja Çarşemê û vir ve li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd hatibû destpêkirin dewam dike.

Çalakiya grevê ya 6 kesan a li avahiyê hatiye destpêkirin dewam dike, gelek kesên deveyî avahiyê jî bi çalakiyan piştgiriya wan dikin.

Çalakiya protestoyê ya ji aliyê Meclîsa Jinan a Roj, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Komeleya Çanda Karkerên Koçber (Gik-Der) û Meclîsa Gelê Kurd a hevpar hatibû lidarxistin, roja Çarşemê ya komekê bi ketina avahiya Navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Londonê ve destpêkiribû.

HELWESTÊN RÛMETA ÇALKVANN BIŞKÊN TÊN NÎŞANDAN

Encama hevdîtina bi rêveberên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hatî kirin nehate eşkerekirin, nerazîbûn nîşanî helwestên ku rûmeta çalakvanan dişkîne hatin nîşandan.

Rêveberên Rêxistina Efûyê ya ku deriyên avahiyê girtiye û li ber derî jî hêzên taybet bicihkirin, rê nadin ku çalakvan destşok û tawletên hundirê avahiyê bikar bînin.

Kesên ji bo pêwîstiyên xwe bi cih bînin, derdikevin derve jî rê nadin carekî din vegerin hundir. Mehmet Saît Yilmaz û Nahîde Zengîn ên ji 14’ê Adarê ve di greva bêdawî û bêdorveger de ne li gel çalakvanan li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çalakiya xwe didomîne.

RÊXISTINA EFÛYÊ DAXUYANÎ DA

Roja Pêncşemê Rêxistina Efû ya Navnetewî li ser malpera xwe ya înternetê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û ragihand ku mijarê ji nêz ve dişopînin û di encama lêgerînên xwe de wê nirxandinekê bikin.

Rêxisitna Efûyê diyar kir ku rêxistinekî xweserin û bi zoara tu komekê daxuyaniykê nadin û di vê mijarê de wê xebatên xwe yên bingehîn bişopÎnin. Rêxistina Efûyê ragihand ku heta niha çalakiyên koma Kurd bi awayekî aştiyane ye û naxwazin polîs mudaxeleyî bikin.

ÇALAKGER WÊ ROJA DUŞEMÊ NIRXANDINEKÊ BIKIN

Çalakgeran jî ragihand ku wê heta roja Duşemê çalakiya xwe bidomînin û li gorî encama hevdîtina ku bi Rêxistina Efû yê re bikin wê rewşa xwe binirxînin. Çalakgeran diyar kirin ku astengiya ji bo pêdiviyên mirovî yên ji aliyê Rêxistina Efûyê re nayê qebûl kirin.

Çalakgeran diyar kirin ku ji bo protestokirina tecrîdê li vir in lê Rêxisitna Efûyê ya Navnetewî tecrîdê li ser wan dike, ev nêzikatiyên wiha wê nekare îrade û çalakiya wan bişkîne.

SENDÎKAYA ÇAPEMENIYÊ PIŞTGIRÎ DA

Çalakî di tevna civakî de deng veda û NUJ (Sendîkaya Çapemeniyê ya Netewî) bi daxuyaniyekê piştgirî da çalakiyê..

Çalakger ji Rêxistina Efûyê ya Navnetewî daxwaz dikin ku têkildarî binpêkirinên mafên girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekê bide.