Çalakiya hilbijartiyan a li ber KE'yê didome

Hilbijartiyên HDP'ê ji bo ku balê bikişînin ser rewşa Leyla Guven ku ev 77 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, îro dîsa li ber Konseya Ewropayê (KE) bang kirin ku tevbigere.

Gelek HDP'yiyên hilbijartî ku di nav wan de parlamenter, hevşaredar û rêveberên partiyê hene, ev du ro in li ber avahiya KE'yê ku rûniştina Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (KE) didome, çalakiyê dikin.

Her wiha ji bo ku destekê bidin greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê ji bo 4 rojan ketin greva birçîbûnê. HDP'yiyan pankarta bi nivîsa ''Tecrîdê bi dawî bikin, Leyla Guven xilas bikin'' vekirin û tim dirûşmên bi çarçoweya bihîstyariyê qêriyan.

Di çalakiyê de hilbijartiyan dirûşma ''Ji tecrîdê re na, ji Leyla Guven re azadî'' gotin, xwestin ku KE û CPT tevbigere. HDP'yiyan belavokên bi vê armancê belav kirin.

Hilbijartiyên sirgûn ên HDP'ê heta saet 10.00'an li ber KE'yê çalakî kirin, saet 15.00'an jî li heman cihî wê bicivin.

Hate gotin HDP'yî heta înê du caran wê li ber KE'yê bin.