Çalakiya ciwanan û enternasyonalîstan li Freîbûrgê bi mîtîngekê bi dawî bû

Bi armanca protestokirina komploya navnetewî li Elmanya ev 9 roj in ku bi pêşengiya ciwan û enternasyonalîstan li gelek bajaran çalakî tê lidarixstin, çalakî li Freîbûrgê bi meş û mîtîngê bi dawî bû.

Çalakiyên ku bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatî tên lidarxistin berdewam dikin.

Çalakiyên ku roja 5’ê Sibatê li bajarê Hanaû ya Elmanya destpêkirinî li bajarên Frankfûrt, Maînz, Darmstadt, Mannheîm, Esslîngen, Stûttgart û Freîbûrgê dom kir.

Piştî ku meşa dirêj ya duh li Freîbûrgê bi dawî bûbû, îro jî meş û mîtîngeke girseyî hat lidarxistin.

Nêzî 40 enternasyonalîst ku 15 ji wan Îtalî û 25 ji wan jî Elmanî bûn di nava çalakgeran de cihê xwe girtin. Li her bajarê Kurdistaniyan çalakvan dikirin mêvanê xwe.

Di her bajarê ku tê re derbas dibûn, tevlîbûna ji bo çalakiya meşa dirêj jî zêde didbû.

JI 7 HEYA 70’Ê SALÎ LI QADAN IN

Roja dawî ya çalakiyê li Freîbûrgê ji 7 heya 70’ê salî hemû Kurdistanî û dostên wê li rex çalakvanên meşa dirêj cih girtin. Di mîtînga beriya meşê de Hevserokê KON-MED Tahîr Koçer û li ser navê Dîe-Lînke Freîbûrgê jî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bal hat kişandin li ser vê yekê ku divê Elmanya demildest firotina çekan ya ji bo Tirkiyeyê rawestîne, her wiha hat gotin êrîşa li ser Garê di pêvajoya komployê ku dikeve sala xwe ya 22’emîn de ne tiştekî tesadufî ye.

Di çalakiyê de pankarta “Ji Ocalan re azadî, Ji Kurdistanê re Statu” û alên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin hilgirtin. Di nava meşê de gel ku maskeyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan danîbûn ser rûyê xwe bi berdewamî drûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Garê”, “Bimre îxanet” û “Ji Ocalan re azadî” qêrkirin.

EM Ê KOMPLOYÊ PÛÇ BIKIN

Piştî meşê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û got: “Em gerîlayên li Garê şer dikin silav dikin. Em Kurdistanî û dostên me yên enternasyonalîst bi hev re, heya azadbûna Rêberê me em ê li qadan bin.”

Li ser navê TCŞ û Teko-Jin axaftinek hat kirin, piştre Hozan Emekçî ji bo gerîlayên li Garê şer dikin û di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo hemû girtiyan stranên “Gerîllalar olmasaydi” û “Ozgurluk mahkûmlari” pêşkêş kir.

Piştî mîtîngê çalakvanan çalakiya xwe ya ku 5’ê Sibatê li Hanaûyê destpêkiribûn bi dawî kirin.