Çalakî bi xwe bangawazî ye

Denîz Surgut: Çalakî bi xwe bangawazî ye. Divê her kes bi vê zanibe. Bi taybetî divê ciwan bi vê zanibin. Ji ber ku em zanin, eger ciwan bikin wê ya herî baş bikin. Divê ciwan bi Rêbertî, welat, gel û têkoşîna xwe re bibin yek.

Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê, parêzer Denîz Surgut ê ji Êlihê ye.

Surgut ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got, "Ji bo ji gel re bêjim, 'Bêyî Rêbertî jiyaneke azad nabe, jiyaneke asayî jî nabe' min biryar da tevlî vê çalakiyê bibim."

Surgut gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku digot, 'Azadî ji nan û avê bêhtir pêwîst e' û wiha dewam kir: "Bi rastî jî bi vî rengî ye. Ev çalakî çalakiyeke fîzîkî nîne, yanî pêwendiya xwe zêde bi birçîbûnê nîne. Çalakiyeke îradeyî ye. Dilsoziya heta dawî ye. Ez nizanim bê dawiyê çi bibe. Dibe ku şehadet çêbibin. Bêguman em vê naxwazin, lê îhtimal e. Bêguman ji bo Rêbertî em ê vê bidin ber çavên xwe. Nêrîna hemûyan yek e. Em heta mirinê dilsozê Rêberê xwe ne."

Surgut bal kişand ser bandora çalakiyê li ser gel û got, "Pê piştrast im ku gelê me wê xwedî li Rêberê xwe derkeve. Em ji dil û bi biryardarî vê çalakiyê didomînin. Çi dibe bila bibe, wê bêhempa be. Bi vê bawerim."

Berxwedêr Surgut diyar kir, çalakî bi xwe bangawazî ye û wiha dewam kir: "Girîng e her kes bi vê zanibe. Bi taybetî divê ciwan bi vê zanibin. Ji ber ku em zanin, eger ciwan bikin wê ya herî baş bikin. Divê ciwan bi Rêbertî, welat, gel û têkoşîna xwe re bibin yek. Rêbertî salên bihurî peyamek ji Kongreya Ciwanan re şandibû. Gotineke di wê peyamê de gelekî balkêş bû. Digot, 'Rêbertî çirûskeke azadiyê ye ku li pêşiya ciwanan pê dikeve'.

Rêber Apo dibêje, ciwan bi xwe rêber in. Pêwîste ciwan, bi taybetî jî ciwanên li Ewropayê bi vê zanibin. Bêyî Rêber Apo wê ti carî jiyan azad nebe, wê jiyaneke asayî jî nebe. Ji ber vê yekê divê ji her demê bêhtir li dora Rêber Apo bicivin."