Çekîn Qamişlo, ku ji Rojava ye û ji Malmoya Swêd hatiye tevlî greva birçîbûnê ya Stockholmê bûye, giringiya şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir û got, ''Ji ber vê bi hezaran imrov bedena xwe dane ber mirinê. Rabûna li dijî tecrîdê naskirina Rêbertî ye. Di şexsê Rêbertî de naskirina tevgera Kurdan e.''
Qamişo bang li hemû Kurdistaniyan kir, ku li dijî tecrîdê rabin ser piyan.
ÇI KESÊ XWEDÎ WIJDAN DIVÊ XWEDÎ LI ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DERKEVE
Hidir Rojhat ku ji Goteborgê hatî û dest bi greva birçîbûnê kirî got ji bo ku ew li bara Ocalan bi berpirsyariya xwe rabin û ji bo ku tecrîdê bişkînin dereng mane. Rojhat diyar kir, şikandina tecrîdê ji bo Tirkan jî wê qada azadiyê veke û got, ''Bêyî ku ev tecrîd bişike, aştî ne tê Rojhilata Navîn û ne jî aramî tê Tirkiyê.''
Rojhat bi bîr xist ku 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne û got çi kesê ji xwe re xwedî wijdan û mirov dibêje, divê xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derkeve.
HETA KU OCALAN AZAD NEBE LI CÎHANÊ WEKHEVÎ NABE
Hana Jakilî ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ji ber bêdengiya cîhanê ya li bara tecrîda 20 a li ser Ocalan rexneyên tund anî, bang li hemû femînîst, sosyalîst, kêmaran kir ku xwe hew bêdeng bikin û ji bo rabûna tecrîdê hewl bidin.
Jakilî got armanca çalakiya greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven dayî destpêkriin û bûyî girseyî rakirina tecrîdê ye, diyar kir ji ob ku ew destekê bidin Leyla Guen û ji bo ku tecrîdê bişkînin di grevê de ne.
Jakilî diyar kir Ocalan ne tenê lîderê Kurdan e, Ocalan sosyalîstek e ku tevahiya jiyana xwe daye têkoşîna ji ob azadiyê, lîderekî enternasyonalîst e ku ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê têdikoşe. Jakilî got, ''Heta ku Ocalan azad nebe li Rojhilata Navîn û cîhanê wekhevî nabe.''
Çalakgerên greva birçîbûnê bi roj li konê Meydana Odenplanê çalakiya xwe didomînin, Kurdistanî û dostên wan raya giştî agahdar dikin, êvarî jî çalakî li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk didome.