Çalakgerên nobeda Ocalan: Dema xwedîderketina li rûmeta xwe ye

Çalakgerên hefteya 394'an a nobeda 'Azadî ji Ocalan re' gotin, "Dem ew dem e ku em xwedî li Rêberê xwe, xwedî li rûmeta xwe derkevin."

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin kete hefteya 394'an. Çalakiya nobedê ku hefteya derbasbûyî ji aliyê koma ji bajarên Evry û Grîgny ên Fransayê ve hate meşandin, vê hefteyê bi koma ji 4 kesan a ji herêma Normandiya ya Fransayê dewam dike.

Kurdistaniyên bi navê Alî Altin, Mehmet Erzûrûmlû, Suleyman Koça û Huseyîn Alî Baba tevlî çalakiya vê hefteyê bûn. Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate destnîşankirin ku xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd wezîfeyeke serdemî ye.

Di daxuyaniyê de tecrîda giran a li Îmraliyê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku qedexekirina hevdîtinan di bin navê 'sûcê dîsîplînê' de nîşaneya bêexlaqiyê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev yek li dijî Rêberê me û gelê Kurd komkujiyek e. Divê her Kurd li ser vê yekê bifikire û zanibe ku ev êşkence li dijî gel bi xwe ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku nobeda 'Azadî ji Ocalan re' nîşaneya sekneke bi rûmet e û girîngiya sîstema konfederalîzmê hate bibîrxistin ku Ocalan ji bo paşeroja gelên Rojhilata Navîn destnîşan kiriye.

Çalakgeran hişyariyên Ocalan bi bîr xistin ku Ocalan digot, eger gel çareseriya xwe pêk nîne wê Rojhilata Navîn veguhere gola xwînê û got, "Rêberê me hişyar dikir, em îro dibînin ku herêm veguheriye gola xwînê. Ji ber vê yekê dem ew dem e ku em xwedî li Rêberê xwe, xwedî li rûmeta xwe derkevin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê hate kirin.