Çalakgerên 'Nobeda Azadiyê' yên vê hefteyê, jinên ji Hollanda ne

Nobedarên hefteya 475'an a 'Nobeda Azadî ji Ocalan re', ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike, aktîvîstên Tevgera jinên Kurd a li Hollandayê ne.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya 475'an de bi komek ji jinên Kurd ên ji Hollandayê dewam dike.

Çalakgerên vê hefteyê aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê Meral Amed, Fatma Pirsûs û Şîrîn Amed e.

Çalakiya ku li qadeke navenda saziyên Ewropayê pêk tê, di sala 10'an de bi biryardarî dewam dike. Bi navçê çalakgerên vê hefteyê Meral Amed axivî û got, bi destpêkirina pêngava 'Dem dema azadiyê re' armanca Kurdan hemûyan azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Meral Amed wiha dewam kir, "Azadiya Rêberê me azadiya jinan, Kurdan û gelên Kurdistanî hemûyan e" û destnîşan kir ku çalakî nîşan dide ku îradeya bingehÎn a çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Meral Amed diyar kir ku bi rêya vê çalakiyê ew sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û hevkarên wê kifş dikin û bang li Ewropayê jî kir ku nebe hevparê vî sûcî.

Çalakger Meral Amed anî ziman ku Kurdistan bi dagirkeriya dewleta Tirk re rû bi rû ye û vê dagirkeriyê jî bi rêya hevkarên xwe yên li Başûrê Kurdistanê dike. Meral Amed li dijî dagirkerî û xiyanetê bang li gelê Kurd kir ku bibe yek.

Meral Amed destnîşan kir ku noker jî mîna dewleta Tirk a êrişî gerîla dike dijminê gelê Kurd e û diyar kir, yên di nava Kurdan de bibe sedema rûdana şerekî wê neyê efûkirin. Meral Amed got, "Em neçar in ku tavilê yekîtiya xwe pêk bînin. Divê em li dijî dijmin bibin yek."

Nobeda Azadiyê hefteyê heft rojan saet di navbera 07:30 û 16:30'î de pêk tê û li ser jiyan, têkoşîn û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gelek zimanan broşur têne belav kirin.