Çalakgerên greva birçîbûnê li PE'yê dîplomasiyê dikin

Çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê di roja 30'î ya çalakiyê de bi parlamenterên PE'yê re hev dîtin.

Çalakgerên greva birçîbûnê Duşemê û Seşemê bi gelek parlamenterên PE'yê re hatin cem hev û destek xwestin.

Çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan û  Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, ku 14'ê Kanûnê ib 14 hevalên xwe re li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, Duşemê bi Endama Partiya Keskan a Elman Rebecca Harms re rûniştin. Di hevdîtinan de yek ji nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Faruk Dora jî hazir bû.

LI DIJÎ TECRÎDÊ BERPIRSYARÎ HATE BIBÎRXISTIN

Ocalan û Koç têkilî greva birçîbûnê ya Leyla Guven a  ku kete roja 60'î û têkiliya greva birçîbûnê ya xwe û hevalên xwe ku kete roja 30'î agahdarî dane û gotin tecrîda li ser Ocalan tê maneya binpêkirina rêgezên navnetewî yên hiqûqê.

Çalakgeran gotin CPT li dijî tecrîda li ser Ocalan bi peywira xwe ranebûne û gotin welatên Ewropî û saziyên wan hewl bidin ev ê girîng be.

Ocalan û Koç diyar kirin rewşa tenduristiyê ya  Guven di qonaxeke kritîk de ye û gotin, heta ku tecrîd bi temamî rabe ew ê çalakiya xwe bidomînin.

HARMS: JI BO GREVÊN BRIÇÎBÛNÊ EZ Ê HEWL BIDIM

Harms got ew fêhm dike ku Kurd li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê dikin û got tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin.

Harms bal kişande ser rola Ocalan a di pêvajoyên çareseriyê de û got, pêvajoya aştiyê ji bo muzakereyên Tirkiyê û YE'yê girîng e.

Harms her wiha diyar kir Erogan li gel hemû zextan jî helwsta xwe naguherîne , li gel gavên dij demokratîk jî dixwaze ku muzakereyên bi YE'yê re bidomin lê ev ê neyê qebûlkirin.

Çalakgeran li gel Harms her wiha bi parlamenterê Kataln Josep Marîa Terrîcabras, Jordî Sole, ê Elman Hans-Olaf Henkel, Pascal Durand û Takîs Hadjîgeorgîou re rûniştin.

Di hevdîtinan de hemû parlamenteran bal kişandin ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê û gotin, tecrîd li derveyî rêgezên navnetewî yên hiqûqê ye.

Her wiha yek ji nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Fayik Yagizay got gelek hevdîtin bi parlamenterên PE'yê re hene û wê bidomin.