Çalakgerê greva birçîbûnê Şîş: Ez ê greva xwe bidomînim

Îlhan Şîş ku li Gallerê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, diyar kir ku wê berxwedana xwe bidomîne.

Kurdistaniyê bi navê Îlhan Şîş ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 28 roj in li Gallerê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, ragihand ku wê çalakiya xwe bidomîne.

Şîş daxuyaniyek da û got, "Hevdîtina ku birayê Rêbertî pê re kir, mîna her kesî moral da gelê me yê li Gallerê û dostên xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derdikevin. Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê û çalakgerên Strasboûrgê yên di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, piştî hevdîtina 15 deqeyan daxuyanî dan. Ez jî tevlî daxuyaniya wan dibim û tespîtên ku wan kirine, sedema min a ji bo dewamkirina çalakiyê ye.

Rêveberiya KCK'ê, berxwedêrên li zindanan û 'Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re' di daxuyaniyên xwe de ragihandin ku hevdîtina kin a ji 15 deqeyan, taktîkeke şerê taybet a rejîma AKP-MHP a faşîst e. Ji ber vê yekê, mîna çalakgeran hemûyan ez jî dibêjim; heta ku tecrîd bi her awayî bê rakirin, ez ê greva xwe ya birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bidomînim."