Çalakgeran li Parlament û Konseya Ewropayê gelek hevdîtin kirin

Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê vê hefteyê bi gelek parlamenterên Parlamenta Ewropayê re rûniştin. Her wiha ji bo agahdarkirinê dosya radestî nûnertiyên Konseya Ewropayê kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîdê ku 17'ê Kanûnê dest pê kir, dewam dike.

Çalakgerên grevê, bi wesîleya rûniştinên destpêkê yên sala 2019'an ên li Parlamenta Ewropayê, bi gelek parlamenteran re rûniştin.

Hevdîtin ji roja Duşemê ve tên kirin. Heyeta ji Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç û Parlamentera berê ya HDP'ê Dîlek Ocalan di hevdîtinan de ragihandin ku bêedengiya dewletên Ewropayê tê wateya pejirandina polîtîkayên zext û tecrîdê û ji wan xwestin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Her wiha bal kişandin ser rewşa Leyla Guven ku 72 roj in di greva birçîbûnê de ye û hate gotin, Guven ku parlamenter e bi rêya çalakiya xwe işaretê bi rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Kurdistanê dike.

Piraniya parlamenterên Ewropî piştgirî dan çalakiya li dijî tecrîdê. Hinek ji parlamenteran jî roja Sêşemê li Parlament Ewropayê dowîzên "Azadî ji Ocalan re", "Dawî li tecrîdkirina Abdullah Ocalan bînin" û "Azadî ji Leyla Guven re" vekiribûn. Heman rojê Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş beştaş konferanseke çapemeniyê dabû û gelek endamên Parlamenta Ewropayê tevlî bûbûn.

PARLAMENTERÊN KU HEVDÎTIN BI WAN RE HATE KIRIN

Parlamenterên Parlamenta Ewropayê yên vê hefteyê hevdîtin bi wan re hate kirin: "Ji Partiya Keskan a Elman Rebecca Harms, ji herêma Katalonya ya Spanyayê Josep-Maria Terricabas û Jordi Sole, parlamenterê serbixwe yê Elman Hans-Olaf Henkel, ji Qibrisê Takis Hadjigeorgiou, endamê Partiya Kesk û Ekolojiyê ya Fransayê (EELV) Pascal Durand, ji Partiya Çep a Fransayê (Parti de Gauche) Marie-Pierre Vieu, ji Partiya Karker a Îngilîz Julie Ward, Ji Partiya Çep a Spanyayê Podemosê Miguel Urban Crespo, ji Spanyayê Ana Miranda, ji Îrlanda Bakur Martina Anderson, parlamenterên Fransayî Marie-Christine Vergiat û José Bové, Ji Partiya Keskan a Îngilîstan û Gallerê Jean Lambert û parlamentera sosyalîst a Portekîzî Ana Gomes.

HEWLDANÊN LI KONSEYA EWROPAYÊ DEWAM DIKIN

Hefteya bê jî bi wesîleya rûniştinên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, tê payin ku li Konseya Ewropayê gelek hevdîtin bên kirin.

Di nava hefteyê de ji gelek nûnertiyên 45 welatên endamên Konseya Ewropayê re li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê dosya hatin dayin. Serdanên bi vê armancê wê dewam bikin.

Çalakgeran hefteya derbasbûyî daxwazên xwe ji rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê re ragihandibûn. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Nûnerê HDP'ê Fayîk Yagizay jî bi Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dûnja Mîjatovîc re hevdîtin kiribûn.