BI DÎMEN

5 gerîlayên li Metînayê şehîd bibûn li Parîsê hatin bibîranîn

5 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên taktîk de şehîd bibûn, li banliyoya Vîlleneuve Saînt Georges a paytext Parîsê, di şexsê Şahîn Nûda de hatin bîranîn.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Berçem Umut (Suzan Duman), Rûstem Arpêt (Orhan Yakût), Şahîn Nûda (Bedran Gokdemir), Ciwan Minbic (Salih Tewfîq) û Dîlan Tunç (Jiyan Timoqî) ên di 18’ê Kanûnê û 26’ê Kanûnê de di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker a bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên taktîkî de li Metînayê şehîd bibûn, li banliyoya Vîlleneuve Saînt Georges a paytexta Fransa Parîsê hatin bibîranîn. Malbata Şahîn Nûda û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

 Li qada bîranînê wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Piştre li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Di bîranînê de operasyonên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin silavkirin.

Di bîranînê de birayê Şehîd Şahîn Nûda axivî û got ku ji ber ku birayê wî di nava têkoşînê de cih girtiye bi rûmet e û pişt re behsa jiyan û kesayeta têkoşînê ya Şahîn Nûda kir û helbestek ji bo bîranîna şehîdan xwend.

Bîranîn piştî sînevîzyona ku ji bo bîranîna 5 şehîdên azadiyê hatibû amadekirin, bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.