4 gerîlayên HPG’ê û Aspîr li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn

Şervanê MLKP/FESK’ê Koray Aspîr ê ku di 28’ê Tebaxê de li Qaxizmana Qersê di şer de şehîd bûbû û 4 gerîlayên HPG’ê yên şehîd li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Şervanê MLKP/FESK’ê Koray Aspîr ê ku di 28’ê Tebaxê de li Qaxizmana Qersê di şer de şehîd bûbû û 4 gerîlayên HPG’ê yên şehîd li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê li eywana Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk hatin bibîranîn.

Bibîranîn bi rêzgirtin û nîşandana sînevîzyonê dest pê kir. Piştre daxuyaniya Desteya Navendî ya MLKP’ê hate xwendin.

Li ser navê KOMAW’ê jî axaftin hate kirin û di axaftinan de hemû berxwedêrên li dijî faşîzmê li ber xwe didin hatin silavkirin.

Partîzanê jî diyar kir ku wê li Rojava, Kurdistan û Tirkiyeyê li ser şopa van rêhevalên xwe yê şehîd bin.

Bibîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.