4'ê Nîsanê li Stockholmê hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 19'an a damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li Stockholmê hate pîrozkirin.

Rojbûna 74'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 19'an a damezrandina PJAK'ê li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hate pîrozkirin.

Merasîma ku bi pêşengiya Komîteya PJAK'ê ya li Stockholm û saziya rêxistina jinan a Amara ya li Stockholmê li taxa Husby danê êvarê hate lidarxistin.

Salon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên pêşeng ku di avabûn û mezinbûna PJAK'ê de bûne sembol hate xemilandin.

Merasîm bi yek deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa PJAK'ê ya li Ewropayê Emîr Baekrî axivî û got, "Em di serdemeke welê de rojbûna Rêber APO û damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê pîroz dikin ku tevayî Îran û Rojhilatê Kurdistanê di serdema pêla şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' de ne. Ji ber kesê ku ev dirûşme vejiyand û ji civakê re kire rê nîşander, Rêber APO ye. Em îro weke KODAR-KJAR, PJAK, bi her awayî ji bo vê dirûşmeyê û vê felsefeyê têdikoşin û heya bi serketinê em bidomînin. Hem di rojbûna Rêber APO de ku feslefeya xwe ji bo tevayî gelên cîhanê bûye şewq û rêçeke nû û her wiha di salvegar damezrandina partiya me de îro em weke PJAK ji her dema xwe bêtir xwedî hêz û baweriyê li qada têkoşînê ye."

Di merasîmê de înfografîka li ser PJAK'ê, her wiha sînevîzyona di derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin, hatin nîşandan û di pey re peyam û nameyên kesayet û partiyên Kurdistanî hatin pêşkêş kirin.

Li ser navê komîteya Jinan a KNK'ê Emîne Rad peyam pêşkêş kir û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê pîroz kir û got: "Li rex pîrozkirinê, em weke KNK'ê bang li tevayî sazî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê dikin ku di bin yek sîwanî de hewl bidin bikevin nava têkoşîne, ji ber ku gel yek e. Lazime dawî li wan belavî û yek alîtî were. Yekane rêya serketinê ya li dijî desthilatdariya Îranê, yekbûna me ye. Her wiha bang li tevayî gelê xwe dikin ku xwedî li mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistanê derkevin.

Her wiha rewşenbîr û nivîskarê azerî Behram Rehmanî di derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û qala hizir û ramanên Rêberê Gelê Kurd, bandoriya vê felsefeyê li ser gelên herêmê kir. Behram Rehmanî got, "Lazime tevayî mirovahiya azadîxwaz ji bo azadiya Rêber APO têbikoşin."

Di pîrozbahiyê de hunermendê Kurd Kalê Ateşî bi xwendina sirûdên xwe û Dilşad Hewlêrî û Sîdar stranên xwe yên li ser wateya rojê pêşkêş kirin.