BI DÎMEN

4'ê Nîsanê li Marsîlyayê hate pîrozkirin

Li Marsîlyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

PÎROZBAHIYA 4'Ê NÎSANÊ

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate pîrozkirin.

Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan çalakî li Navenda Civaka Demokratîk lidar xist. Bi navê Meclîsa Arîn Mîrkan Aysel Bîngol axivî û anî ziman ku 4'ê Nîsanê vejîna gel û jinên Kurd e. Aysel Bîngol got, "Rojbûna Serok Apo li têkoşerên li ser çiyê, li jin û gelê Kurd pîroz be."

Di pîrozbahiya 4'ê Nîsanê de ji bo zarokan lîstik hatin amadekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.