Li Nurnber û Ûlmê civîna gel: Divê her kes 17'ê Sibatê biherike Kolnê

Li bajarê Nurnberg û Ûlm ê Elmanyayê civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê hatin kirin.

Ji bo beşdariyeke bi hêz ya meşa 17’ê Sibatê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Kolnê bê lidarxistin, li Ewropayê civînên gel tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Nurnberg û ûlm ên Elmanyayê jî civîn hatin lidarxistin.

Di civîna li Nurnbergê de hat destnîşankirin ku rêya bi rastî bêdengkirina çekan û misogerkirina aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ye. Di civînê de hate destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve nayê qebûlkirin û hate gotin ku di meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê de wê cîhan vê yekê bibîne. Di civînê de hat gotin, "Em li bendê ne ku di 17'ê Sibatê de her kes li Kolnê nîşanî hemû cîhanê bide ku em piştgiriyê didin Rêberê xwe."

Bi vê armancê îro li bajarê Ûlmê civînek hebû. Parêzerê Abdullah Ocalan, Omer Guneş jî beşdarî civînê bû. Guneş da xuyakirin ku komplo bi ser neket, lê têkoşîna gelê Kurd li cîhanê belav bû.

Di civînê de hate gotin ku wê ji Ûlmê  ji bo meşa 17’ê Sibatê tevlîbûna girseyî pêk were.