BI DÎMEN

15'ê Tebaxê li Stockholmê hate pîrozkirin

Kurdên li bajarê Stockholm ê Swêdê li qada Medborgarplatsenê li hev kom bûn û 15'ê Tebaxê bi coş pîroz kirin.

15'Ê TEBAXÊ

Endamê KNK'ê û nivîskar Mîrhem Yîgît li pîrozbahiyê axivî û got, "Ruhê 15'ê Tebaxê li her derê ye û her kes bi vî ruhî xwedî li têkoşînê derdikeve. Dewleta Tirk a ku vê yekê dibîne di nava panîkê de êrişî her derê dike. Têkoşîna me wê bi ruhê 15'ê Tebaxê bi ser bikeve.

Piştî axaftinan li qadê dirûşm hatin qîrîn û govend hate gerandin.

Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî gerîla" hatin qîrîn.